H’emû nûçeSereke

Bi gotina baylozê Rûsîyayê, li piş cimeta ermenî nikarin tiştên veşartî bêne kirinê

Bi qîmetkirina baylozê Rûsîyayêyî li Ermenîstanê Sêrgêy Kopîrkîn, pevketinên elametîya sêalî, ya Pûtîn- Paşînyan- Elîyêve qebûlkirî,  ya  bona sekinandina opêrasîyona leşkerîye li zona dew û doza Qerebagê, bi tomerî hildayî, tên xweykirinê. Feqet bûyarên tragîk  piştî agirbestê qewimîne. Derheqa wê yekêda baylozê Rûsîyayê, wextê hevdîtina tevî rojnamevana gotîye.

Sêrgêy Kopîrkîn usa jî derheqa berdewama elametîya 9-ê mijdarê, ya derheqa 11-ê meha çileda, xeberdaye, ya ku hîmlî derheqa vekirina rêyên transportê û êkonomîkîdane. Bayloz daye dîyarkirinê, wekî Rûsîya sirîya xweda dixebite û piştgirîya herdu alîya dike. Xebata koma xebatêye sêalî bi wî meremî ye û tiştê usa nikare bibe ku li piş cimeta ermenî, bêyî wê, qirar bêne qebûlkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button