AborîSereke

Gnêl Sanosyan derheqa wedê pêwîstda, yê bona çêkrina stansîya atomîye nû elam kirîye

Hukumat têra dibîne stansîya atomîye nû çêke û girêdayî wê pirsêra gotûbêjkirin derbaz dibin.Tê hesabhildanê, wekî stansîya atomîye niha dikare hetanî sala 2O36-a bixebite. Derheqa wê yekêda wezîrê serkarîkirina têrîtorîya û sîstêma Gnêl Sanosyan gotîye.

“Ew yek dide kifşê, wekî hetanî sala 2O36-a gerekê xwe hazir bikin û xebatên bona çêkirina ênêrgabloka nû mîyaserkin”,- Sanosyan gotîye.

Wezîr daye dîyarkirinê, wekî xebatên çêkirina stansîya atomîye nû wê nêzîkî 7-8 sala bikişînin.Bo wê yekê jî, gerekê ji salên 2O26-2O27-a xebatên çêkirina stansîya atomîye nû destpêkin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button