SerekeSîyasî

Mesrûr Barzanîyê serokwezîr, bona piştgirîya hindava kurdada, razalixî elamî sênatorê ŞAY Van Holên kirîye

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî razalixî elamî sênatorê  Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Krîs Van Holên kirîye, bona hazirkirina wê rêzolyûsîyayê, ya ku ewî pêşkêşî 3O salîya opêrasîyona “Peydakirina rihetîyê” kirîye.

Barzanîyê serokwezîr razalixî elamî Holênê senator kirîye bona piştgirîya hindava kurda da. Ev yek wextê hevdîtina bi vîdêyokonfêransê derbaz bûye. Van Holên endamê komîtêya pirsên Rojhilata Navîn, Asîya Başûr, Asîya Navîn û şerkarîya dijî têrorîzmê ye. Marko Rûbîo jî cîgirê serokê komîtêya Sênatêye mexsûs e.

Wextê hevdîtinê, Barzanîyê serokwezîr razalixî elamî Ştatên Yekbûyî kirîye bona piştgirîya hindava pêşmerga da û bang kirîye ku heleqetîyên dualî diha qewîn bin. Xeberdan usa jî derheqa hilbijartinên parlamêntîyê û êrîşa van axirîyaye ser serokwezîrê Îraqê çûye.

Tevî hevdîtinê bûye usa jî wekîla hukumata Herêma Kurdistanêye li Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Samî Ebdil Rehman.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button