Serokwezîrê Îraqê û nevsên parîya Kurdistanêye Dêmokrtîke fermî derheqa girîngîya sazkirina hukumatêda dane dîyakirinê, û gotine, wekî ew gerekê li ser hîmê qanûnê bê sazkirinê. Derheqa wê yekêda piştî hevdîtina Mistefa Kazimî û dêlêgasîya KDP-ê, ya bi serkarîya wezîrê Îraqêyî karên derî berê Hoşîyar Zîbarî, hatîye elamkirinê.
Zîbarî pîrozbahîyên Mesûd Barzanîyê lîdêr û lîdêrên partîyayêye mayîn gîhandîye serokwezîrê Îraqê, girêdayî wê yekêra, wekî Mistefa Kazimîyê serokwezîr ji êrîşa derbazbûyî zyanê neketîye û ji êrîşa têrorîstî dûr maye.