SerekeSîyasî

Başak Dêmîrtaşê cezayê girtina du sal û şeş meha stendîye

Kulfeta serokê HDP-êyî berê Salhedîn Dêmîrtaş cezayê girtina du sal û şeş meha stendîye, giva bona raberkirina dokûmêntên doxtirîyêye qelp.

 3-ê adara sala 2O18-a, dijî wê îşê mehkemê hatîye vekirinê, wekî giva ewê dokûmêntên nerast li îdarên dewletê raber kirine. Roja çarşemê, li mehkema Dîyarbekirê prosêsa mehkemê derbaz bûye, nava doranên kîjanêda Başak Dêmîrtaş û doxtirê wê li ber mehkemê sekinîbûne. Mehkemê bona Başak Dêmîrtaşê û doxtirê wê qirara derheqa cezayê girtina du sal û şeş meha  elam kirîye.

Nava elametîya advokatada hatîye gotinê, wekî problêmên Dêmîrtaşêye tendurusîtîyê hebûne û nava  wî wedê kifşkirîda ew du cara hatîye emelyetkirinê û ew emelyet nava rojên cuda-cudada hatine kirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button