Sereke

Piştî şerê Arsaxê Ermenîstan ji krîzeya sîyasî derketîye: raporta parlamênta Avropayê

Krîzeya sîyasîye nava Ermenîstanêda, ya ku piştî opêrasîyonên leşkerîye li Arsaxê pêşda hatibû, hatîye altkirinê.Derheqa wê yekêda nava raporta parlamênta Avropayêda hatîye gotinê. Bi fikira dîtindarên parlamênta Avropayê, ew hal li parlamênta Ermenîstanê maye û ew yek alî îzbatbûna kûltûra parlamêntîyêye rast nake, li kîderê serokatî û opozîsîya wê bi cûrê çêkirinê û qedirgirtinê dijî hev derketana.

Ji alîkîva dîtindar dibêjin, ku li Ermenîstanê hêzên balanskirî dişuxulin, nava wanda usa jî admînîstrasîya parêzerê mafên mêriv Arman Tatoyan. Bi xeberdana derheqa balansa çiqlên serokatîyêda,  hatîye dîyarkirinê, wekî aminaya hindava sîstêma mehkemê li ser dereca nimize, û pêwîste ku werguhastinên anegorî normên avropî bêne mîyaserkirinê.

Çi ku derheqa prêssayê da ne, raportkira dane dîyarkirinê, wekî piştî serhevdahatina şerê li Arsaxê, serokatîya Ermenîstanê rastî propaganda agrêsîv û înformasîyayên nerast tê.

Raporkir usa jî li ser sînorê Nexçêvanê, li gundê Yêrasxê qesidîne û derheqa pirsên bêqezîyabûnêda tevî binelîya xeberdane.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button