SerekeSîyasî

Turkish Airlines-ê înkar kirîye, ku ew nava cîguhastina mîgrantên nelêgalda gunehkar nîne

Kampanîya Tirkîyayêye avîyasîyon, Turkish Airlines-ê înkar kirîye, ku ew nava cîguhastina mîgrantên nelêgalda, yên ku li Bêlarûsîyayê ne, gunehkar nîne.

Nava pirêsa rojavayêda behs belav bûne, wekî Yekîtîya Avropayê wê dijî kampanîya Tirkîyayêye avîyasîyon    

Turkish Airlines -ê, bona “cîguhastina mîgrantên nelêgale” li Bêlarûsîyayê,  sankîsya pêşda bikişîne.

Roja duşemê çend hezar mîgrant ji alîyê Bêlarûsîyayê nêzîkî sînorê Polonîyayê bibûn. Ji wana hebûne meriv, yên ku cêribandine sînor bi destê zorê vekin, lê xebatkarên polîsîya Polonîyayê gaza ku hêsira pêşda tîne, reşandine.Piştî wê cêribandinê, mîgranta bajarokê çadira li wir çê kirine.

Anegorî qîtmetkirinên qulixdarîya Polonîyayêye sînorxweykira, niha nêzîkî sînorê Polonîyayê ji 2OOO-a hetanî  4OOO meriv hene, yên ku dicêribînin bikevine têrîtorîya Yekîtîya Avropayê.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button