H’emû nûçeSereke

Yekîtîya Avropayê bang kirîye ku hemû dîlên şerê sala 2O2O-î paşda vegerînin û agirbestê xweykin

Spîkêrê Yekîtîya Avropayêyî karên der û sîyasîya bêqezîyabûnê Pêtêr Stano bi elametîyêva pêşda hatîye, girêdayî salvegera şerê Qerebagêyî 44 rojera.

Çawa ku Armênprêssê ragîhandîye, nava elametîyêda hatîye dîyarkirinê, wekî Yekîtîya Avropayê bona zîyana merivaye wextê opêrasîyonên leşkerî xemgîne û serxweşîyê dide malbetên hemû cangorîya û birîndara.

“Nenihêrî wê yekê, wekî opêrasîyonên leşkerî sekinîne, hê gelek pirsên başqe hene, yên ku gerekê bêne helkirinê bona ku bikaribin berbi hevraxeberdana herin. Em bang dikin ku rêjîma agirbestê bi cûrê berk xweykin, hemû dîla aza berdin, bona bêqezîyakirina mînên cîhwarkirî hevkarîyê bikin û halê sertî li ser sînor bidine milahîmkirinê.

Yekîtîya Avropayê dîsa li ser wê tabîyêye ku piştgirîyê bidine aşîtî û pêşkeftina Qafqasîya Başûr, û ew bi aktîvî tevî wê şuxulkarîyê dibe”,- nava elametîyêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button