SerekeSîyasî

Komîtêya parlamênta Kurdistanê wê here Polonîyayê bona qîmetkirina krîzeya mîgrantên li ser sînorê Polonîyayê û Bêlarûsîyayê

Parlamêntvanê Herêma Kurdistanê Çîya Şerîf elam kirîye, wekî komîtêya parlamênta Herêma Kurdistanê hazir dibe nava rojên nêzîkda here Polonîyayê bona ku halê mîgrantên kurde li ser sînorê Bêlarûsîyayê û Polonîyayê gotûbêj bike.

Bi hezara binelîyên edil, ji kîjana gelek jî kurdên Sûrîyayê û Îraqêne, li ser sînorê Polonîyayê û Bêlarûsîyayê berev bûne, bi wê armancê, ku bighîjine Avropayê, lê niha li wir mane û ew nava qewilên xirabdanin.

“Çawa ku em vîzayên xwe bistînin, emê carekêra herine Polonîyayê û emê tevî nevsên Polonîyayêye fermî û wekîleta hukumata Herêma Kurdistanê bicêribînin piştgirîyê bidine  mîgrantên kurde li wir”,- parlamêntvan gotîye.Ewî daye dîyarkirinê, wekî piştî çûyîna li Polonîyayê, endamên komîtêya parlamêntê wê herine Lîtvayê jî, li kîderê mîgrantên kurd dicêribînin derbazî Avropayêbin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button