H’emû nûçeSereke

Şuxulkarîya hemsedirên koma Mînskê wê li ser helkirina pirsên hûmanîtarî bê merkezkirinê: Lavrov

Li Parîzê, wextê hevdîtina wezîrên Rûsîyayê û Fransîyayêye karên der û wezîrên parastinê xeberdan usa jî derheqa şuxulkarîya hemsedirên koma Mînskêda, ya girêdayî pirsgirêka Arsaxêra, çûye. Derheqa wê yekêda wezîrê Rûsîyayêyî karên der Sêrgêy Lavrov elam kirîye.

«Çend roj pêşda hevdîtina hemsedirên koma Mînskê tevî wezîrên Ermenîstanê û Adirbêcanêye karên der derbaz bû.Hemîya jî pevketina 9-ê mijdara sala 2O2O-î, ya di navbera serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn, serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv û serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyanda destanî, parastine»,- Sêrgêy Lavrov gotîye.

Bi gotina wî, xeberdan derheqa pêşdaçûyîna şuxulkarîya aşîtîparêzên rûse nava helkirina pirsên hûmanîtarîda çûye, cêrge alî hatine dîyarkirinê, bi kîjanava gerekê xebat bê kirinê.

«Bi vê fikirê pêşerojêda şuxulkarîya hemsedira wê li ser helkirina pirsên hûmanîtarî  bê merkezkirinê, usa jî li ser sazkirina qewilên usa, wekî li herêmê atmosifêra aminayê bê sazkirinê»,- wezîrê Rûsîyayêyî karên der gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button