H’emû nûçeSereke
12 qulixçîyên Ermenîstanêye leşkerî dîl ketine: wezîreta parastinê
Anegorî seheta 17:OO li beşa sînorê Ermenîstanêye rojhilatê, li kîderê hêzên Adirbêcanêye sîlihkirî êrîş kiribûn, hal dîsa serte.Întênsîvîya pevçûyîna zeyîf nebûye. Alîyê azêrîya dîsa mecalên artîlêrîyayê, têknîka zirihkirî û sîlihên cûre-cûre dide xebatê.
Nava encamê bersivdayîna alîyê ermenîya de, azêrîya zyana merivaye mezin dîtîye, nêzîkî deh heb têknîka zirihkirî unda kirîye. Ji alîyê ermenîya jî zyankêş hene. Ew hejmar tên rastkirinê. Hatîye ragîhandinê, wekî 12 qulixçîyên Ermenstanêye leşkerî dîl ketine.Wezîreta parastinê wê dîsa bi elametîyava pêşda bê.