SerekeSîyasî

Almanîyayê behsên derheqa qebûlkirina mîgrantada înkar kirine

Hukumata Almanîyayê behsên derheqa wê yekêda înkar kirine, anegorî kîjana hatibû belavkirinê ku Almanîya  têra dibîne merivên li ser sînorê Bêlarûsîyayê û Polonîyayê li cem xwe qebûlke.

Pêşda hatibû gotinê, wekî Almanîya têra dibîne otobûsa bişîne Polonîyayê û mihacira derbazî Almanîyayê bike. Feqet, hukumata Almanîyayê ew yek înkar kirîye.

Nava elametîyêda  usa hatîye gotinê û eşartî hatîye dayînê, ku ewên ku behsên wî cûreyî belav dikin, meriva dibine berbi qezîyayê.Bi hezara merivên ji Îraqê û Kurdistanê jî li wirin, lê Yekîtîya Avropayê elam kirîye, wekî wê îzinê nedin ku ew derbazî Polonîyayêbin û ew gerekê paşda vegerine welatên xwe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button