Îzina Komara Ermenîstanê heye, ku anegorî qanûndarîya Organîzeya Netewên Yekbûyî, dijî gavên dijî yekîtîya têrîtorîyayên xwe qewatê bide xebatê: wezîreta karên der
Îro, 16-ê mijdarê, hêzên Adirbêcanêye sîlihkirî êrîş anîne ser beşa sînorê Ermenîsîanêyî alîyê rojhilatê û ketine têrîtorîya Ermenîstana serbixwe. Rûyê kirinên alîyê Adirbêcanêda zîyana meriva heye. Ev êrîşa dawî berdewama sîyasîya alîyê Adirbêcanê ye, ku bona okûpasîyakirina têrîtorîyayên Ermenîstanê ye, ya ku ji 12-ê gulana sala îsalinda, li qezayên Syûnîkê û Gêgarkûnîkê destpê bûye.
Bi van kirina, Adirbêcan usa jî elmetîya 9-ê mijdarê diteribîne, çimkî alîyê azêrîya êrîşê li wan beşên sînor mîyaser dike, yên ku nava encamê mîyaserkirina elametîyêda derbazî alîyê azêrîya bûne.
Îzina Komara Ermenîstanê heye, ku anegorî qanûndarîya Organîzeya Netewên Yekbûyî dijî gavên dijî yekîtîya têrîtorîyayên xwe qewatê bide xebatê. Em bangî civaka navnetewî û hevkarên xweye navnetewî, Rûsîyayê, Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv, hemsedirtîya koma Mînskê û welatên endamên koma Mînskê dikin, ku zelal bersiva van kirinên alîyê azêrîya bidin, yên ku aşîtîya herêmê û bêqezîyabûna wê dikine bin qezîyayê.Em bang dikin ku gavên praktîk bona sekinandina vê yekê bêne avîtinê, bona ku hêzên Adirbêcanêye sîlihkirî ji têrîtorîya Komara Ermenîstanê bêne derxistinê.