Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî girêdayî krîzeya hûmanîtarîra, ya ku li ser sînorê Yekîtîya Avropayê çê bûye, nerihetîya xwe elam kirîye.
Ez bi kûrayî nerihetim girêdayî wê yekêra, ku welatîyên me û usa jî welatîyên welatên başqe, li ser sînorên Yekîtîya Avropayê, ketine nava halekî çi cûreyî”,- serokwezîr Twittere da nivîsîye. “Halê wan cabdarîya meye. Ew ji alîyê merivada hatine xapandinê. Ez niha tevî hevalkarên me dixebitim, bona ku bêqezîyabûna wan bidine çareserkirinê”,-Mesrûr Barzanî gotîye.