H’emû nûçeSereke

Qayîlnivîsara Ermenîstan-Yekîtîya Avropayêye avîyasîyone tomerî hatîye îmzekirinê

Li Bryûsêlê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan, wekîlê komîsîya Avropayêyî pirsên cînartîyê û berfirehbûnê Olîvêr Varhêî û sedirkirê nava şêwira Yekîtîya Avropayêda, wezîrê Slovênîyayêyî dewletê Stanîslav Rasçan qayîlnivîsara avîyasîyone tomerî, ya Ermenîsîanê- Yektîya Avropayê îmze kirine.

Armênprêssê ragîhandîye, wekî derheqa wê yekêda ji wezîreta karên der elam kirine û dane dîyarkirinê, wekî Ararat Mîrzoyan bi axaftin pêşda hatîye, kîjanêda ewî hîmlî daye dîyarkirinê:

“Roja îroyîn, îmzekirina qayîlnivîsara avîyasîyon careke mayîn derheqa dereca heleqetîyaye tevî Yekîtîya Avropayê û 27 endamên welatên wê dide kifşê. Ez dixwezim bi bêqelpî razîbûnê elamî wan bikim, yên ku ev yek kirine rastî.

Pêşeroja nêzîkda, îzbatkirina qayîlnivîsarê, wê mecalên baş bona pêşkeftina goveka Ermenîstanêye avîyasîyon sazbin, pêwandîyên welatîyên Ermenîstanêye tevî welatên avropî wê diha  milahîmbin.

Ez hêvîdarim, wekî qayîlnivîsarê alî kirîn-frotanê, tûrîzmê, învêstîsîya û pêşkeftina êkonomîkî bike”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button