H’emû nûçeSereke

Wezîreta Adrbêcanêye parastinê dicêribîne bona provokasîya xweye berfireh alîyê ermenî gunehkar bike

Hêzên Adrbêcanêye sîlihkirî, tevî êrîşa xweye 16-ê mijdarê teşkîlkirî, êrîşa înformasîyone nerast  mîyaser dikin. Derheqa wê yekêda wezîreta Ermenîstanêye parastinê elam kirîye. Pêşîya destpêkirina êrîşê, wezîreta Adrbêcanêye parastinê elametî belav kiribû, ku giva alîyê ermenî 15-16-ê mijdarê li çend alîyên sînor tabîyên azêrîya dane ber gula

Wezîreta Adirbêcanêye parastinê usa jî dide dîyarkirinê, wekî hêzên Ermenîstanêye sîlihkirî giva orpêrasîyona li alîyê qeza Tavûşê mîyaser dikin.

“Înformasîyonên vî cûreyî ne anegorî rastîyêne. Wezîreta Adirbêcanêye parastinê dicêribîne bona provokasîya xweye berfireh alîyê ermenî gunehkar bike, lê li ber çeva ye, wekî hema xût Adirbêcanê êrîş destpê kirîye, êrîş birîye ser tabîyên ermenî, mecalên artîlêrîyayê û têknîka zirihkirî daye xebatê»,- nava elametîya wezîreta Ermenîstanêye parastinêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button