Cêribandina sekinandina qebûlkirina rêzolyûsîya li Organîzeya Netewên Yekbûyî, girêdayî halê ser sînorra: sîyasetmedar
Ew çi ku roja îroyîn li ser sînorê ermenîya-azêrîya diqewime, projeya koma Mînskê, Adirbêcanê û Ermenîstanê, ya bi formata “3+2” va girêdaîye. Derheqa wê yekêda, wextê qisa tevî “Radîyolûr”-ê, serokê “Partîya ermenîye çêkirinê” Andrêas Gûkasyan gotîye. Ewî bîr anîye, wekî gotûbêjkirinên dora wê projeyê ji sala 2O15-da destpê bûne, lê şerê 44 roje hinek xalên wê guhartine.Hevdîtina van rojaye li Fransîyayê, ya Mîrzoyan û Bayramov hema bi wî meremî bû.
Serkarîkirina navnetewî mîyaserkin, zona bûfêrîyê sazkin, pirsa statûsa Arsaxê bi rêfêrêndûmê qirarkin, evin yên ku ketine nava rêzolysîya ku gerekê li Organîzeya Netewên Yekbûyî bê gotûbêjkirinê,- Andrêas Gûkasyan gotîye.
Bi gotina sîyasetmedar nava vê êtapêda hemsedir wê yekê dixwezin bidine qayîlkirinê. Bi gotina wî, ew rêzolysîya gerekê bi qaylîya Ermenîstanê û Adirbêcanê bê qebûlkirinê, lê Fransîya û Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî wê rêzolyûsîyayê raberî Organîzeya Netewên Yekbûyî bikin.
“Pêşerojêda Şêwira Avropayê wê bide zelalkirinê ku kîjan alî agirbest teribandîye.Wextê ku zelalbe, wekî Adirbêcanê agrbest teribandîye, îdî wê fikira Adirbêcanê neyê hesabhildanê”,- Gûkasyan gotîye.
Bûyarên ku roj bi roj li ser sînorê ermenîya-azêrîya zêde dibin, şedetîya wê yekê didin, wekî Adirbêcan dicêrbîne bi provokasîya şuxulkarîyê bide teribandinê.