H’emû nûçeSereke

Hevraqayîlnebûnên li ser sînor tunene, heye agrêsîya dijî têrîtorîyayên Ermenîstana serbixwe: Nîkol Paşînyan

Êrîşa hêzên Adirbêcanêye sîlihkirîye li alîyê sînorê Ermenîstanêyî rojhilatê, agrêsîya dijî têrîtorîya Ermenîstana serbixweye.Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serokwezîr wextê civîna şêwira Ermenîstanêye bêqezîyabûnê gotîye.

“Hêzên Adirbêcanêye sîlihkirî li alîyê sînorê Ermenîstanêyî rojhilatê êrîş mîyaser kirine.Hêzên Ermenîstanê dijî wan derketine. Hêzên Adirbêcanê zyanê ketine. Şeş heb têknîka zirihkirî hatine tunekirinê. Ji alîyê meda jî kuştî hene, derheqa kîjanada wê înformasîyayên dawî bêne stendinê.Vê yekê meriv dikare tenê bi cûrekî qîmetke.Ev yek agrêsîya dijî Ermenîstana serbixweye”,-Paşînyan gotîye.

Ewî serda zêde kirîye, wekî ji 12-ê gulanêda Adirbêcanê opêrasîyonên agrêsîv destpê kirine û hetanî niha 41 çargoşe kîlomêtr têrîtorîya Ermenîstanê okûpasîya kirîye.

“Nava qewilên bêdengîya hevkarên meye navnetewî da, Adirbêcan kirinên  xweye agrêsîv berdewam dike. Adirbêcan û hêzên ku piştgirîyê didine wê, serbestîya me, û dewleta  me kirine hedef. Belê, roja îroyîn me rojeke giran derbaz kirîye, lê me daye kifşê, wekî em li virin, em hene, em dewletin, em miletin û zimanê borcdarkirinê bona me yê qebûlkirinê nîne. Em dikarin hevraxeberdana derbazkin, em dikarin helkirina bibînin, em xwe çawa endamê civaka navnetewîye cabdar xweyî dikin, lê emê  îzinê nedin, ku mera bi wî zimanî xeberdin”,-Paşînyan gotîye.

“Hevraqayîlnebûnên derheqa sînorada tunene û bêfikirin.Eva tenê agrêsîya dijî Ermenîstana serbixweye. Sînorên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda hê ji hêna Yekîtîya Sovyêtê eyanin. Heger pirs ya sînorabûya, Adirbêcanê zûva anegorî wan sînora eskerê xwe paşda vekişanda û dîyarkirina sînora derbazke. Adirbêcan wê yekê qebûl nake û tê hesabê çawa dewleta agrêsor. Ew gerekê eskerên  xwe ji topraxa Ermenîstanê derxe. Hukumata Ermenîstanê û cimeta wê li ser wê qirarêne û emê bi hemû mecala serbixwetîya xwe, yektîya têrîtorîyayên xwe biparêzin. Bi wê yekêva tevayî em dîsa dibêjin, ku pêwîste, ku halê pêşdahatî bi rîya edil helkin û pêşnîyarên meye berê jî gerekê bêne mîyaserkirinê. Em hindava elametîyên 9-ê mijdarê û 11-ê çileda aminin”,-serokwezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button