H’emû nûçeSereke

Nîkol Paşînyan vexwendina Baydêne bona tevbûna tevî hemcivîna dêmokratîyayê qebûl kirîye

Nîkol Paşînyan ew yek îzbat kirîye, ku wê tevî hemcvîna bi têma dêmokratîyayê bibe, ya ku wê li Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî derbazbe.

Armênprêssê ragîhandîye wekî derheqa wê yekêda sêkrêtarê şêwira Ermenîstanêye bêqezîyabûnê Armên Grîgoryan gotîye.

“Nîkol Paşînyan ji serokê Ştatên Yekbûyî Co Baydên teglîfnama derheqa tevbûna tevî hemcivîna dêmokratîyayê stendîye.Paşînyanê serokwezîr îzbat kirîye, ku ewê tevî hemcivînêbe.Em hemcivîna dêmokratîyayê çawa mecala qewatkirina dêmokratîya Ermenîstanê qebûl dikin, û emê bi wî meremî wê hemcivînê bidine xebatê”,-Grîgoryan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button