Pêwandîya tevî 24 leşkera unda bûye, pevketina derheqa agirbestêda hîmlî tê xweyîkirinê: wezîreta parastinê
Anegorî halê wedê seheta 1O:OO şebeqê, li ser sînorê Ermenîstanêyî alîyê rojhilatê, li kîderê duh hêzên azêrîya êrîş biribûne ser tabîyên ermenîya, hal qewîne, pevketina derheqa sekinandina agirkirinada hîmlî tê xweyîkirinê.
16-ê mijdarê, nava encamên opêrasîyonên leşkerîda nêzîkî 7O leşker hatine kuştinê û birîndarkirinê, êpêce têknîka wane leşkerî, pênc maşînên zirihkirî û pênc avtomaşînên leşkerîye barber hatine tunekirinê.
Ji alîyê ermenîyada merivek hatîye kuştinê û 13 jî dîl ketine. Tevî 24 qulixçîyên ermenîye leşkerî, pêwandî wextê opêrasîyonên leşkerî unda bûne û yazîya wan hê eyan nîne. Bona gera qulixçîyên leşkerî xebatên întênsîv tên kirinê. Du tabîyên leşkerî ketine bin kontrola azêrîya.
Bi navçîgarîya alîyê rûsa, hevraxeberdan derbaz dibin girêdayî milahîmkirina halra û paşdavegerandina dîlara.