H’emû nûçeSereke
Adirbêcan gerekê qedirê serbixwetîya Ermenîstanê bigire û nas bike: kongrêsmênê ŞAY
Endamê komîsîya Kongrêsa Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyîye pirsên der Dêyvîd Sîsîlîn êrîşa Adirbêcanêye hindava têrîtorîya Ermenîstana serbixwe şermezar kirîye. Derheqa wê yekêda ewî rûpelê xweyî Twittere-da nivîsîye.
Êrîşa Adirbêcanêye ser sînorê Ermenîstanêyî rojhilatê, teribandina qayîlîya derheqa aşîtîyêdane û ew yek tiştê qebûlkirinê nîne. Rûyê dew û doza sala parda 6OOO meriv wefat bûn, ev yek gerekê nebe menîya zyana nû. Adirbêcan gerekê qedirê serbixwetîya Ermenîstanê bigire û nas bike”,- kongrêsmênê amêrîkî gotîye. Bi elametîyên wî cûreyîva usa jî serokê komîsîya Kongrêsêye pirsên cesûsîyê Adam Şîf, serokê komîsîya Kongrêsêye pirsên ermenî Frênk Paloûn pêşda hatine.