H’emû nûçeSereke

Ararat Mîrzoyanê wezîrê karên der rastî serokên wekîletên dîplomatî,yên li Ermenîstanê, hatîye

17-ê mijdarê, wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan rastî serokên wekîletên  dîplomatî, yên li Ermenîstanê hatîye.

Ararat Mîrzoyan nava axaftina xweda derheqa provokasîyayên Adirbêcanêye li ser sînorên Ermenîstanê û Adirbêcanê raber kirîye. Ewî ew bûyar bi hûrgilî raber kirîye, ku çi cûreyî 14-ê mijdarê hêzên azêrîya ketine têrîtorîya Ermenîstanê û çar tabîyên ermenîya kirine nava hesarê.Ewî gotîye, wekî alîyê ermenîya bersiva  kirinên azêrîya daye û ew yek agrêsîya dijî komara Ermenîstanê ye. Ararat Mîrzoyan daye dîyarkirinê, wekî Adirbêcan sertbûna hal cîguhastî li ser têrîtorîya Ermenîstanê kirîye û bi wî cûreyî dicêribîne guhdarîya civaka navnetewî ji pirsgirêka Qerebagê bide dûrxistinê.

“Ez careke mayîn jî bêjim wekî Komara Ermenîstanê wê  yekîtîya têrîtorîyayên xwe, usa jî mafê xweqrarbûna ermenîyên Arsaxê biparêze”,-Ararat Mîrzoyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button