H’emû nûçeSereke
Li Adirbêcanê hejmara dîlên ermenî dighîje 4O merivî, ji kîjana sisê merivên sîvîlin: wezîrê pirsên sosyalî
Anegorî hesabên komîtêya lêpirsînê, yên meha cotmehê, nava şerê 44 rojeda 3788 meriv hatine kuştinê, ji kîjana 76 binelîyên sîvîlin. 222 qulixçîyên leşkerî û 21 merivên sîvîl bêser-berate unda bûne. Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî xebatê û pirsên sosyalî Narêk Mkrtçyan li parlamêntê gotîye.
“Hejmara dîlên ku niha li Adirbêcanêne dighîje 4O merivî, ji kîjana sê meriv yên sîvîlin. Hetanî roja îroyîn Adirbêcanê 114 merivên dîlketî paşda vegerandine”,- wezîr gotîye.