H’emû nûçeSereke

Li Hadrûtê û Karîntakê mizgeft tên çêkirinê: Adirbêcan dijî rêça ermenî şerkarîyê dike

Ji 9-ê cotmeha sala 2O2O-da Hadrût bin kontrola Adirbêcanêdane. 7-ê mijdara sala 2020-î, Karîntak kete bin kontrola wan. Salek derbaz bûye, û li ber çeva ye, wekî Adirbêcan li Hadrûtê û Karîntakê mizgeft çê  kirine.

Bi gotina wezîra Arsaxêye çandê Lûsînê Garaxanyanê, piştî okûpasîya beşa Arsaxêye mezin, serokê Adirbêcanê li wandera diqeside, li kîderê bi axaftin pêşda tê û dibêje, wekî ermenî li vê herêmê mêvanin. Elîyêv  dide dîyarkirinê, wekî heykelên mesîhîtîyêye kevnare li herêmê giva werguhêzî yên ermenî kirine. Wezîrê usa jî daye dîyarkirinê, wekî mêxanîzma propaganda nû, ya dijî ermenîya, tê mîyaserkirinê, mizgeft tên çêkirinê, lê dêrên ermenî tên xirabkirinê.

Wezîrê gotîye, wekî bi çiqasîva jî bicêribînin mizgefta çê bikin, ew nikarin rêça ermenî bidine resîtkirinê, çimkî li wir dêrên ermenîye sedsalên  2-a û 3-a hene, ew cîh yên ermenîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button