Lîdêrê kurd Mesûd Barzanî rastî serokê Îraqê Berham Salih û serokê heja îraqî Emer Al Hakim hatîye, bona ku halê piştî hilbijartinên li Îraqê gotûbêj bikin.Wextê hevdîtina tevî Al Hakim, ya ku li Hewlêrê derbaz bûye, pirsên derheqa sazkirina hukumata Îraqêye nû hatine gotûbêjkirinê. Al Hakim hîvî ji Mesûd Barzanî kirîye ku ew rola qirarkir nava qewînbûna halê Îraqêyî sîyasî û nêzîkkirina partîyayên Îraqêye sîyasîda mîyaser bike. Cêrge pirsên başqe jî girêdayî prosêsa sîyasîra hatine gotûbêjkirinê.
Piştî wê hevdîtinê, Mesûd Barzanî serokê Îraqê Berham Salih qebûl kirîye.Wextê hevdîtinê pirsên girêdayî bûyarên van axirîyara hatine gotûbêjkirinê. Al Hakim û Berham Salih tevî forûma pirsên aşîtî û bêqezîyabûna Rohilata Navîn bûne, ya ku li ûnîvêrsîtêya amêrîkîye li Dihokê derbaz bûye.