H’emû nûçeSereke

Parlamêntvanên Avropayê dagirkirinên têrîtorîyayên Ermenîstanê, yên ji 12-ê gulanêda destpêkirî, şermezar kirine

Parlamêntvanên Avropayê, seroka dêlêgasîya Qafqasîya Başûr Marîna Kalyûrand, raportkirê pirsên Ermenîstanê Andrêy Kovaçov û raportkira pirsên Adirbêcanê Jêlyana Jîvko elametîya tevayî belav kirine.

“Em girêdayî pevçûyînên derbazbûyîra xemgînin, yên ku li ser sînorê Ermenîstanê û Adirbêcanê qewimîne.

Opêrasîyona leşkerîye ji alîyê Adirbêcanêda destpêkirî terbandina agirbesta 9-ê mijdarê ye here mezin e, rûyê çida kuştî, birîndar û merivên dîlketî hene.

Em dîsa diwekilînin, wekî hevraqayîlnebûnên girêdayî pirsên sînorara gerekê bi rêya hevraxeberdana bêne ser qirarekî, dêlîmîtasîyayê û dêmarkasîyayê bikin, lê ne ku bi rêya  zordarîyê û bi kirinên yekalî. Em her cêribandineke wî cûreyî şermezar dikin, yên ku piştî 12-ê  gulanê, piştî ketina Adirbêcanêye li têrîtorîya Ermenîstanê tê kifişê.

Mixabin, nenihêrî gelek bangên civaka navnetewî, nava wanda usa jî rêzolyûsîya 2O-ê gulana sala 2O21-ê, em berbirî serokatîya Adirbêcnê dibin, wekî hetanî niha merivên dîlketî hene. Em banga xwe diwekilînin, ku xerîtên hemû deştên mînkirî pevbiguhêrin, bona ku binelîyên edil paşda vegerine li nehîyên dew û dozaye berê.

Em careke mayîn bîr tînin ku her pirsekê dora sivira hevraxeberdana helkin, bi taybetî hevraxeberdanên bona statûsa Qerebagê, yên bin bandora koma Mînskêda”,-nava elametîyêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button