H’emû nûçeSereke

Pêşnîyarên me dîsa wî cûreyî dimînin, nava wanda usa jî yên derheqa destpêkirina dîyarkirina sînora:Paşînyan

Şuxulkarîya dêlîmîtasîyayê û dêmarkasîyayê, ya dîyarkirina sînora,  rûyê paşdaêxistina prosêsêye ji alîyê Adirbêcanêda, ji cîh neleqîyaye. Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serokwezîr wextê dayîna bersivên pirsên parlamêntvana gotîye.

“Meha gulanêda min elam kirîye ku em hazirin şuxulkarîyê destpêkin. Rûsîyayê sê cara pêşnîyar kirîye û em qayîl bûne pêşda herin. Bi fikira min, şuxulkarî rûyê paşdaêxistina prosêsêye  ji alîyê Adirbêcanêda pêşda neçûye. Helkirina pirsgirêkê gelekî girînge, û pêşnîyarên me mînanî berê wê bimînin, yên derheqa dêlîmîtasîyayê û dêmarkasîyayêda”,- ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button