SerekeSîyasî

Hêzên îraqî îzinê nadine fêrmêrên kurd ku erdê xweye li Kirkûkê biçînin

Eskerê Îraqê îzin nedane fêrmêrên kurd ku ew li ser erdê xweye li provînsîya Kirkûkê xebatê bikin.

Anegorî înformasîya BasNews-ê, pareskerê îraqîye 8-a dora gundê kurdayî Şanagayê, yê li provînsîya Kirkûkê, girtîye û dew ji wana kirine ku fêrmêr li ser erdê xwe nexebitin û têknîka malhebûna gundîtîyê ji wir bidine derxistinê.

Duşema derbazbûyî hevt malbetên ereba êpêce erd bi destê zorê hildane, yê ku yên fêrmêrên kurde li wî gundîye.Ev gund, mînanî gundên kurdaye başqe li ser wan têrîtorîyane, yên ku di navbera Hewlêrê û Begdayêda nehatine hevraqayîlkirinê.

Rêjîma Îraqêye berê, bi serokatîya Sedem Husêyn, salên 198O-yî bi hezara malbetên ereba ji başûrê Îraqê cîguhastî Kirkûkê kirin, bona ku wan nehîya bidine erebîzasîyakirinê.

Piştî azadbûna Îraqêye sala 2OO3-a, malbetên ereba kompênsasîya stendin û paşda çûne cîh û warên xwe. Feqet, çawa ku ev nehî ketine bin kontrola eskerê Îraqê, sala 2O17-a, ereba careke mayîn cêribandin ev cîhana bi destê zorê dagir bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button