SerekeSîyasî

Hukumata Herêma Kurdistanê piştgirîyê dide wan mîgrantên li ser sînorên Polonîyayê û Bêlarûsîyayê, yên ku “bi rezedilî” paşda vedigerin

Hukumata Herêma Kurdistanê wê alî wan mîgranta bike, yên ku li ser sînorên Bêlarûsîyayê û Polonîyayêne, yên ku bixwezin paşda vegerine Herêma Kurdistanê.

“Cêrge welatîyên Kurdistanê bûne qurbanîyên wan meriva, yên ku ariş-vêrişa merivava mijûl dibin”,- berdevkê hukumata Kurdistan Cûtîyar Adil gotîye.

Berdevkê hukumatê serda zêde kirîye, wekî hinek partîyayên sîyasî jî ev kirîze bona êxistina qedirê hukumata herêmê dane xebatê. Bi gotina wî, hukumatê hemû tişt kirîye,ku mihacirên li ser sînor bi rezedilîya xwe paşda vegerine Herêma Kurdistanê.

Hukumata Îraqê elam kirîye, wekî mexsûs bona wê yekê teyara dişîne Mînskê, bona ku mihacirên ku dixwezin paşda vegerin, bi wan teyara paşda bên.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button