H’emû nûçeSereke

Mîrzoyan û Zas lênihêrandina mêxanîzmên Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv, yên bona qewînkirina halê li ser sînorê Ermenîstanê, gotûbêj kirine

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan 18-ê mijdarê bi têlefonê tevî sêkrêtarê Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv Stanîslav Zas qise kirîye.

Armênprêssê ragîhandîye, wekî Mîrzoyanê wezîr daye dîyarkirnê, ku Adirbêcanê careke mayîn agrêsîya dijî têrîtorîya Ermenîstana serbixwe mîyaser kirîye. Ewî serda zêde kirîye, wekî piştî elametîya 9-ê mijdarêye sêalî, serokatîya Adirbêcanê bi kirinên xweye provokasîyon bêqezîyabûn û qewînbûna li herêmê tevlîhev dike.

Alîya mêxanîzm û gavên nava doranên organîzeyêda gotûbêj kirine, kîjana dikarin dema ku pêwîstbe, bona qewînkirina halê li ser sînorê Ermenîstanêyî rojhilatê bidine xebatê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button