H’emû nûçeSereke
Serokkomarê Ermenîstanê derheqa opêrasîyonên Adirbêcanêye provokasîyonda elamî tevbûyên civîna Bloomberg-ê ya êkonomîkî kirîye

Armên Sargsyanê serokkomar li Sîngapûrê tevî civîna Bloomberg-ê, ya êkonomîkî, bûye, li kîderê ew bi axaftin pêşda hatîye.
Hemcivînê serokên welatên hemdinîyayê, teşkîletên navnetewî û hevaltîyên pêşkeftî berev kirine, ku tesîrên global, yên mînanî koronavîrûsê û pêşîgirtina wan, usa jî mecalên nû gotûbêj bikin.
Serokkomarê Ermenîstanê derheqa cêrge pirsgirêkên merivatîyêda, nava wanda guhartinên klîmayê, tesîra koronavîrûsê da xeberdaye.
Nava axaftina xweda, ewî usa jî derheqa kirinên Adirbêcanêye agrêsîvda daye dîyarkirinê, rûyê çida him meriv hatine kuştinê û him jî zyana êkolocî gihîştîye dor-bera. Sargsyanê serokkomar derheqa bûyarên li ser sînorên Ermenîstanê û Adirbêcanêda qewimî raberî hazira kirîye.