SerekeSîyasî

Wedeye ku em pêşnîyara min, ya derheqa nedayîna alîkarîya leşkerîye bona Adirbêcanê, qebûl bikin:Mênêndês

Serokê komîsîya Sênata Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyîye pêwandîyên der Bob Mênêndês ew yek çawa tiştekî xemgînî hesab kirîye, wekî rûyê êrîşa Adirbêcanêye 16-ê mijdarê da leşkerên ermenî bûne cangorî û dîl ketine. Derheqa wê yekêda Bob Mênêndês rûpelê komîsîya Sênata Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyîye pêwandîyên der, yê  Twittere-ê da, nivîsîye.

Mênêndês daye dîyarkirinê, wekî piştgirîya leşkerîye ku bona Adirbêcanê tê dayînê alî wê yekê dike, ku dijî ermenîyên êtnîk kirinên xirab mîyaser bikin.

“Wede ye ku em pêşnîyara min, ya derheqa nedayîna alîkarîya leşkerîye bona Adirbêcanê qebûlkin”,- Mênêndês gotîye.

Sênator Bob Mênêndês hê pêşda du rêzolyûsîya raberî Kongrêsê kiribûn, bi kîjana bang tê kirinê ku frotana sîlihaye bona Tirkîyayê û Adirbêcanê bidine sekinandinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button