H’emû nûçeSereke

Wextê civîna Şêwira Avrasîyayêye ortehukumatîyê, dorana pirsên pêşkeftina hevkarîyê hatîye gotûbêjkirinê

Li Yêrêvanê civîna Şêwira Avrasîyayêye ortehukumatîyê derbaz bûye, tevî kîjanê bûne serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, serokwezîrê Rûsîyayê Mîxayîl Mîşûstîn, serokwezîrê Bêlarûsê Roman Golovçênko, serokwezîrê Qazaxstanê Esker Mamîn, serokwezîrê Qirqizstanê Akîlbêk Japarov û serokê kolêgîya komîsîya Avrasîyayêye êkonmîkî Mîxayîl Mîyasnîkovîç.

Armênprêssê ragîandîye, wekî pêşda Paşînyanê serokwezîr hevalkarên welatên endam pêşwazî kirine. Destpêka civînêda Nîkol Paşînyan bi xebera silavkirinêva pêşda  hatîye.

Piştî wê yekê, tevbûyên civînê derbazî gotûbêjkirina pirsên rojevê bûne. Dorana pirsên hevkarîyêye nava hemû govekada hatine gotûbêjkirinê.Em bêjin, wekî ev civîn bi teşkîla teng derbaz bûye, lê civînê bi teşkîla berfireh îro derbazbe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button