
Wezîrê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî parastinê Lloyd Ostîn wextê axaftina xweye li konfêransa navnetewîye li Maynmayê, li Bahrêynîyê, daye dîyarkirinê, wekî wekîlên Îranê wê hevtîya tê herine Vîyênayê bona ku hevraxeberdana destpêkin, yên girêdyî pirsên atomîra. Bi gotina wî wekî heger Îran bi tabîyên çêkirinêva here Vîyênayê, pirsgirêka atomî wê bê helkirinê.Ewî daye dîyarkirinê, wekî ŞAY dixweze ku pirsa programa Îranêye atomî bi rîya dîplomatî bê helkirinê.







