SerekeSîyasî

Serokwezîrên Kurdistanê û Polonîyayê krîzeya girêdayî mihacirara gotûbêj kirine

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi têlefonê tevî serokwezîrê Polonîyayê Matêûş Moravêskî krîzeya mîgrasîyone li ser sînorê Polonîyayê û Bêlarûsîyayê û rêyên helkirina krîzeyê gotûbêj kirine.

Axaftina bi têlefonê piştî wê yekê derbaz bûye, dema ku 431 mihacir ji Bêlarûsîyayê hatine Hewlêrê.Barzanî girêdayî halê mihacirara, nava kîjdanada zarok jî hene, xemgînîya xwe elam kirîye.

Barzanî û Moravêskî wê yekêra qayîl bûne, wekî ew mihacir ji alîyê koma merivada hatine xapaninê û nava encamê wê yekêda ew hal pêşda hatîye.Hatîye dîyarkirinê, wekî bi hevkarîya tevayî, bi xwestina mihacira, piştgirîyê bidin, ku ew paşda vegerine Hewlêrê û Begdayê.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button