SerekeSîyasî

Wezîrê parastinê: Kurdistan hevkara ŞAY-ye girînge

Wextê hevdîtina 2O-ê mijdarêye li Bahrêynîyê, ya wezîrê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî parastinê Lloyd Ostîn û serokwezîrê Kurdistane Mesrûr Barzanî, Lloyd Ostîn Kurdistan çawa tifaqdara Waşîngtonêye girîng nav kirîye.Hevdîtin nava doranên civîna bêqezîyabûnêye li Bahrêynîyê derbaz bûye.

Barzanîyê serokwezîr razalixî elamî ŞAY kirîye bona piştgirîyê û usa jî derheqa girîngîya dîyaloga di navbera Hewlêrê û Begdayêda xeberdaye. Wezîrê ŞAY derheqa rola Mesûd Barzanîda, ya li Kurdistanê û Îraqê daye dîyarkirinê û serda zêde kirîye, wekî Kurdistan tifaqdara wane girînge.

Hema wê rojê jî Barzanîyê serokwezîr hevdîtinên tevî lîdêrên Brîtanîya Mezin, Almanîyayê, û welatên ereba derbaz kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button