SerekeSîyasî

Wezîreta pêşmerga înkarkirina wezîrê tirke derheqa Kurdistanêda şermezar kirîye

Wezîreta Kurdistanêye pêşmerga gotinên wezîrê Tirkîyayêyî parastinê, şermezar kirîye, yê ku heyîna herêma Kurdistanê înkar kirîye, wextê ku nevsên fermî li Hewlêrê tevî pirsên kurdî bûne.

Wextê civîna parlamêntêye hevtîya derbazbûyî, wezîrê Tirkîyayêyî parastinê Hûlûsî Akar navbirî daye xeberdana parlamêntvan, wextê ku xebera «Kurdistan» hatîye bihîstinê. «Kurdistan ne li Tirkîyayê, ne jî li cîyên başqe heye»,- Akar wî cûreyî bersiva Garo Paylan daye, yê ku ji  HDP-ê ye.Paylan wî çaxî  gotîye Akar ku Kurdistana Îraqê niha heye. Akar bersiva wî daye, gotîye tune.Wezîreta pêşmerga girêdayî wê yekêra bi elametîyêva pêşda hatîye.

«Mêntalîtênta ku mileta, yan jî cêografîya wî înkar dike, her dem bûye kanîya pirsgirêka û tu tiştê baş nayne»,- li wezîreta pêşmerga elam kirine û bangî Hûlûsî Akar  kirîye ku ew dîna xwe bide dîroka împêratorîya osmanî, bona ku ew bizanbe, ku Kurdistan heye, yan tune.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button