H’emû nûçeSereke

Alên Sîmonyan tevî serokê parlamênta Fransîyayê bûyarên van axirîyaye li ser sînorê Ermenîstanê gotûbêj kirîye

22-ê mijdarê serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan li Parîzê ji alîyê serokê parlamênta Fransîyayê Rîşar Fêranda hatîye qebûlkirinê.

Piştî pevguhartina silava, alîya bûyarên li ser sînorê Ermenîstanê û Adirbêcanê, yên ku rûyê kirinên Adirbêcanêye provokasîyon û agrêsîvda qewimîbûn, hatine gotûbêjkirinê. Em zanin, wekî rûyê wan bûyarada merivên kuştî, birîndar û dîlketî, usa jî yên bêser-berate undabûyî hene.Alên Sîmonyan daye dîyarkirinê, wekî ev bûyar berdewama sîyasîya Adirbêcanêye, ya ku 12-ê meha gulanêda destpê bûye, hêzên azêrîya ketine têrîtorîyayên qezayên Syûnîkê û Gêgarkûnîkê.

Serokê parlamênta Fransîyayê gotîye, wekî Fransîya dosta Ermenîstanê bûye û niha jî wî cûreîye. Xeberdan usa jî derheqa hevkarîya orteparlamêntîyêda çûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button