H’emû nûçeSereke

“Ermenîstan: têla bîranînê”: têlêvîzîyona îtalîye Rai 1-ê fîlma derheqa Ermenîstanêda hazir kirîye

Têlêvîzîyona îtalîye  Rai 1-ê fîlma derheqa Ermenîstanêda hazir kirîye. Rojnamevana eyan Stêfanîya Batîstînîyê fîlma wî cûreyîye navkirî bi kadrên derheqa pantêona leşkerî destpê dike.

Ew derheqa şerê 44 rojeda, menî û encamên wêda gilî dike.Nava wî şerîda usa jî derheqa rola Tirkîyayê, bûyarên li Ermenîstanê û li Arsaxêye piştî şêr  û halê li ser sînor hatîye raberkirinê.

Fîlmêda usa jî derheqa çand û kûltûra li Ermenîstanê, komplêksa bîranîna komkujîyê, matênadaranê, dêrên ermenî û mîrata ermenîye çandîye li bin kontrola azêrîyada mayî, hatîye raberkirinê.Usa jî hevpeyvînên tevî serokkomarê Ermenîstanê Armên Sargsyan, patryarxê temamîya ermenîya Garêgînê Duem, parêzerê mafên mêriv Arman Tatoyan tên nîşandayînê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button