SerekeSîyasî

Kirêkirîyên ji Sûrîyayê careke mayîn şikyatên xwe dikin, wekî bona şerê dijî Arsaxê heqê xwe nestendine /vîdêyo/

Kirêkirîyên ji Sûrîyayê careke mayîn vîdêyo belav kirine, kîjanêda şikyatê xwe elam dikin, wekî rêberê koma “Sulêman şah”, Abû Hamşan bona şerê dijî Arsaxê heqê wan nedaye. Derheqa wê yekêda rojnamevana amêrîkî Lîndsî Snêlê  Twittere-da nivîsîye.

“Merivên birîndar hene. Gelek meriv şêrda unda bûne. Miaşên me nedane. Meriv ji birçîbûnê dimirin”,- kirêkirîkî ji Sûrîyayê vîdêyoyêda dibêje.

Rojnamevan vîdêyoyeke mayîn jî belav kirîye, kîjanêda Abdû Hamşan eskerê xwera derheqa girîngîya duakirinêda dibêje.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button