H’emû nûçeSereke

Li Adirbêcanê bi gunehkarkirinên bêhîmva 4O dîlên ermenîye leşkerî û merivên sîvîl hatine cezakirinê

Parêzerê Arsaxêyî mafên mêriv raport belav kirîye, kîjanêda daye dîyarkirinê, wekî çiqas dîlên ermenîye leşkerî û merivên sîvîl, li ser hîmê gunehkarkirinên nerast, bi qirara mehkemê hatine cezakirinê.

Raportêda ew îşên mehkemêye feş hatine raberkirinê, bi kîjana konvênsîyayên Jnêvêye derheqa binelîyên sîvîle wextê şêr û nêzîkbûnên hindava dîlên leşkerî hatine teribandinê. Nava encamên prosêsên mehkemêda, sê meriv cezayê girtina 2O salî, du merivên baqe cezayê grtina 15 sala, 23 meriv cezayê girtina şeş sala, dudu jî çar sala, 13 jî şeş meha stendine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button