H’emû nûçeSereke

Parlamênta Kurdistanê bi wedê deqekê qedirê bîranîna wefatbûna Danîyêl Mîttêranê girtîye

Parlamênta Kurdistanê qedirê bîranîna salvegera deha, ya Danîyêl Mîttêranê, girtîye. Li wir usa jî konsûlê  Fransîyayêyî li Kurdistanê Olîvîyê Dêkotînî hazir bûye.

Spîkêra parlamêntê  Rêvaz Faykê nava axaftina xweda derheqa Mîttêranê û piştgirîya wêye hindava cimeta Kurdistanêda daye dîyarkirinê.

Danîyêl Mîttêranê roleke qirarkir nava wê pirsêda lîstîye, bona ku bangî lîdêrên dinîyayê bike, ku sala 1991-ê piştgirîyê bidine kurdên li Herêma Kurdistanê, yên dema êrîşên Sedem Husêyn. Ew bi xwe li wandera qesidîye û li cem mihacirên kurd bûye, yên ku rûyê êrîşên Îraqêda li ser sînorên Tirkîyayê û Îranê bûn.

Ewê usa jî gav avîtine, bona ku li ser Kurdistanê zona bêqezîyabûnê bê sazkirinê, bona ku teyarên Îraqê li wandera re derbaz nebûna. Serokatîya kurda bona piştgirîya Mîttêranê ew çawa “Dayîka kurda” nav kir.

Mîttêranê usa jî piştgirîya xweye hindava kurdên Tirkîyayê û Îranêda daye kifşê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button