H’emû nûçeSereke

Pirsa sîyasîya Adirbêcanêye agrêsîv gerekê ji alîyê civaka navnetewîda bê gotûbêjkirinê: Paşînyan

Adirbêcan hindava Ermenîstanêda sîyasîya agrêsîv mîyaser dike û ev têma gerekê bibe pirsa civaka navnetewîye gotûbêjkirinê.Derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan gotîye.

Bi gotina serokwezîr, Adirbêcan dicêribîne mafê seroketîyê nava şêrda bide xebatê, kîjan roja îroyîn nava dinîya îroyînda tune.

“Adirbêcan, nava êyforîya serkeftinêda, çevê wê li ser têrîtorîyayên Ermenîstanêye. “Sivdera Zangêzûrê” çi dide kifşê, k’ê ev têrmîn pêşda kişandîye? Me gelek cara gotîye, wekî Ermenîstan dijî fikirdarîya derheqa sivderêdane”,-Paşînyan gotîye.

Bi gotina serokwezîr, eva îdî pirsa Ermenîstanê û Adirbêcanê nîne, eva pirsa mafê navnetewîye.

Bi gotina Nîkol Paşînyan,  Ermenîstan hazir dibe pirsa sîyasîya Adirbêcanêye agrêsîv li hemû merkezên navnetewî bide bilindkirinê, çimkî “ew çi ku Adirbêcan dike, ew yek êrîşe”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button