H’emû nûçeSereke

Serokwezîrê Ermenîstanê, wextê hevdîtina tevî cîgirê sêkrêtarê ONY, derheqa mîsîya YÛNÊSKO-ê ye li Qerebagê gotîye

Nîkol Paşînyanê serokwezîr cîgirê sêkrêtarê Organîzeya Netewên Yekbûyî Mîgêl Anxêl Moratînos qebûl kirîye.

Armênprêssê ragîhandîye, wekî Nîkol Paşînyan daye dîyarkirinê, wekî mîsîya organîzeyêye bi dereca vî cûreyî cara ewlin seredana li Ermenîstanê dike û pêra jî daye dîyarkirinê,wekî ev seredan wê alî hevkarîya dualî bike, çawa bona Ermenîstanê, usa jî bona dîyaloga di navbera cimetên li herêmê.

Moratînos alîyên şuxulkarîya tifaqdarîya Sîvîlîzasîya raber kirîye û rola Ermenîstanêye  nava wan xebatada girîng hesab kirîye.

Ewî serda zêde kirîye, wekî tifaqa Sîvîlîzasîya nava doranên mandata xweda hazire alî dîyaloga di navbera miletada û parastina zyaretên ruhanî bike.

Paşînyanê serokwezîr gavên bona dîyaloga li herêmê girîng hesab kirîye û bi wê yekêva tevayî daye dîyarkirinê, ku pêwîste civaka navnetewî gavên anegor dijî kirinên Adirbêcanêye agrêsîv biavêje.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button