ÇandSereke

SOHR: komên piştgirên Tirkîyayê cîhên Sûrîyayêye dîrokî tune dikin

Merkeza Sûrîyayêye mafên mêriv elam kirîye, wekî komên leşkerîye ku piştgirîya Tirkîyayê dikin, “Eskerê Sûrîyayêye miletîyê” li cîhên heykelên arxêolocîye kevinare dikolin. Ew qîmetîyên arxêolocî li nêzîkî bajarê Babê, hetanî Efrînê, digerin.

Komeke mayîn, “Dîvîzîya Al Hemze” cîhekî mayîn tiştên wî cûreyî digere. Bi vî cûreyî cîhên arxêolocîye kevinare tên xirabkirinê, ew erdêra tên rastkirinê. Xêncî wê yekê, darên zeytûnê jî tên birînê. Merkeza mafên mêriv usa jî serda zêde kirîye, wekî ev prosês li gelek cîha destpê bûye.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button