SerekeSîyasî

Bêlarûs û Polonîya mafên merivên li ser sînor diteribînin: HRW

Him Bêlarûs û him jî Polonîya mafên merivên li ser sînor teribandine, li kîderê bi hezara mihacir berev bûne.Derheqa wê yekêda teşkîleta navnetewîye mafparêz  «Human Rights Watch»-ê elam kirîye.

Hukumatên herdu welata borcdarin îzinê nedin ku meriv wefat bibin, piştgirîya hûmanîtarî bidine wan meriva, yên ku li ser zona sînor mane,- teşkîletê elam kirîye.

Hevpeyvînên tevî 19 meriva derbazkirî dane kifşê, wekî hinek mihacir ji alîyê sînorxweykirên polonîda bi cûrê hişk hatine paşdaavîtinê.

Raporta teşkîleta mafparêz dide dîyarkirinê, wekî bi wî cûreyî qanûndarîya Yekîtîya Avropayê jî tê teribandinê. Teşkîletê bangî Yekîtîya Avropayê kirîye, ku nêzîkbûna hûmanîtarî hindava mihacirada bidine kifşê, yên ku li ser sînor dizêrin û wefat dibin.

Raportêda hatîye dîyarkirinê, wekî sînorxweykirên polonî hinek mihacir ji malbetên wan qetandine, mesele, zarok ji dê û bava cuda kirine, birine nexweşxanê, lê endamên malbetaye mayîn şandine Bêlarûsê.

Em bêjin, wekî nava mihacirada bi hezara kurdên ji Îraqê û Îranê hene, yên ku dicêribînin sînor derbazbin û herine weltên Avropayê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button