ÇandSereke

Fîlma “Êkolog” xelata sereke dawîya fêstîvala sînêmayêye li Dihokê stendîye

Fîlma rêjîsîyorê kurdî ji Holandîyayê Rêber Doskî xelata sereke, ya fêstîvala sînêmayêye li Dihokê stendîye.

“Wextê hazirkirina fîlma meye nûye derheqa jinên êzdîda, em zendegirtî mabûn û em bona fîlma kurdîye baş, layîqî xelatê bûn”,-Doskî malpera sosîyalîda nivîsîye.

“Fîlima meye giranbiha, prêmîyêra kîjanê sala 2O19-a li Amstêrdamê derbaz bûye, niha jî paşda vegerîyaye malê, li Kurdistanê”,-ewî gotîye. “Şeva derbazbûyî me ev xelata stendî pêşkêşî hemû cangorîyên êzdî kirin, yên ku ji alîyê DAÎŞ-da hatine kuştinê û yên ku hetanî roja îroyîn dîlketîne”,-Doskî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button