SerekeSîyasî

Lavrov tevî wekîlên kurda halê li bakûr-rojhilatê Sûrîyayê gotûbêj kirîye

Wezîrê Rûsîyayêyî karên der Sêrgêy Lavrov û seroka  “Şêwira Sûrîyayêye Dêmokratîk” Îlham Ahmedê halê li bakûr-rojhilatê Sûrîyayê gotûbêj kirine.

“Wextê qisa derbazbûyî, xeberdan derheqa halê li herêma Sûrîyayêye bakûr-rojhilatê çûye.Bi wê yekêva tevayî guhdarîya mexsûs hatîye danînê li ser helkirina pirsgirêka Sûrîyayê, ya li ser hîmê rêzolyûsîya Organîzeya Netewên Yekbûyî: dasekinaêdina êkonomîka welêt û goveka sosîyalî, paşdavegerandina mihacira, dayîna piştgirîya hûmnîtarî”,- nava elametîya wezîreta Rûsîyayêye karên derda hatîye gotinê.

Alîyê rûsa hazirî elam kirîye, ku piştgirîyê bidin pevketinên di navbera alîyên welêtda, dasekinandina yekîtîya têrîtorîyayên Sûrîyayê, çareserkirina mafên komên êtnîkîye li welêt.

Hema wê rojê jî wekîlê serokê Rûsîyayêyî alîyê pirsên Rojhilata Navîn, cîgirê wezîrê Rûsîyayêyî karên der Mîxayîl Bogdanov tevî Îlham Ahmedê konsûltasîya derbaz kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button