SerekeSîyasî

Pirsa tevbûna kirêkirîyaye tevî şerê dijî Arsaxê li mehkema Avropayêye Mafên Mêriv tê lêpirsînê

Nava nivîsara rojnamevana amêrîkî Lîndsî Snêlê da, ya ku ewê  twittere-da belav  kirîye, kirêkirîyên ji Sûrîyayê şikyat dikin, wekî rêberê koma “ Silêman şah” Abû Hemşa heqê wanî bona şerê dijî Arsaxê nedaye. Ev yek dîsa şedetîye, wekî wextê şerê Arsaxêyî 44 roje, Adirbêcanê kirêkirîyên ji Sûrîyayê dane xebatê.

Ermenîsîanê li ser hîmê teribandina welatîyên xwe, girêdayî kirêkirîyên Sûrîyayêra,  dijî Tirkîyayê û Adirbêcanê şikyatê xwe raberî mehkema avropî kirîye.

Gelo çiqas wede wê bê xwestinê, ku mehkema avropî qirarê qebûlke û peyî wê yekêra wê çibe? Derheqa wê yekêda Artak Zêynalyanê mafparêz bersivên pirsa dide.

Nîveka kanûna sala 192O-î ajansa  BBC-ê tevî çar kirêkirîyên ji Sûrîyayê qise kirîye, yên ku navên xwe belav nekirine, lê gotine ku çawa ew bona miaşa bilind cîhuhastî Adirbêcanê kirine û ew derbazî ser xeta pêşin kirine.

Tebaxa sala 2O2O-î  yekîtîya azêrîya û tirka li bakûrê Sûrîyayê, li wan cîha, yên ku bin kontrola tirkada bûn, destpê kirine usa jî welatîyên sade berevkin,  û 2OOO dolar wanra soz dane. Nêzîkî 4OOO merivî nava Tirkîyayêra cîguhastî Adirbêuanê kirine. Ev yek komîtêya Ermenîstanêye lêpirsînê îzbat kirîye.

Hejmara kirêkirîyên kuştîye wextê şerê Arsaxê eyan nîne, lê anegorî melûmetîyên merkeza Sûrîyayêye mafên mêriv ji 5OO-î zêdetir kirêkirîyên ji Sûrîyayê hatine kuştinê.

Tirkîyayê û Adirbêcanê hetanî roja îroyîn ew yek înkar kirine, ku kirêkirî tevî şêr bûne. Feqet gelek şedetî, vîdêyo, wêne, melûmetîyên cesûsî hene. Xêncî wê yekê, wextê şerê 44 roje du kirêkirîyên ji Sûrîyayê li cem ermenîya dîl ketine.

Parêzerê Ermenîstanêyî mafên mêriv Arman Tatoyan gelek cara derheqa kirêkirîya û cîhadîstada daye dîyarkirinê û şedetî belav kirine, yên ku tevî şerê dijî Arsaxê bûne.

Şedetîyên derheqa kirêkirîyên ji Sûrîyayê alîyê ermenî şandine mehkema Avropayêye mafên mêriv. Bi wê yekêva tevayî şedetîyên derheqa wê yekêda jî li mehkemê hatine raberkirinê, yên ku didine dîyarkirinê, wekî Tirkîyayê qirara mehkema Avropayê neqedandîye û wî cûreyî dîsa li herêmê dimîne.

Mafparêz, wezîrê edaletêyî berê Artak Zêynalyan, wextê qisa tevî “Radîyolûr”-ê dide dîyarkirinê, wekî nava şikyatekî alîyê ermenî pirs hema derheqa kirêkirîyadane.

“Dijî Tirkîyayê û Adirbêcanê, li ser hîmê teribandina mafên welatîyên Ermenîstanê, şikyat hatîye raberkirinê, kîjanêda pirs hema derheqa têrorîstadane”,-Artak Zêynalyan gotîye.

Girêdayî bûyarên sala 2O2O-î ra qirara  mehkema Avropayê dikare sala bikişîne.Lê tiştek îzbatîye.

“Ev îş wê bi qirara mehkema Avropayê ser hevda bê. Ewê dirêj bikişîne, wê şikyat bişînine alîyê mayînra, paşê jî alîyên mayîn wê lênihêrandinên xwe raberkin.Adirbêcanê sirîya xweda wede bixweze, wede bide dirêjkirina bona ku bersiva xwe raberke”,- Zêynalyan dibêje.

Gelo qirara mehkema Avropayê wê çi bide me û wê çi bibe, heger Tirkîya û Adirbêcan qirara wê neqedînin?

“Anegorî qirara mehkema Avropayêye Mafên Mêriv,  teribandina mafên mêriv tê naskirinê, bi qirarê kompêsasîya bi heqî gerekê bê dayînê, anegorî kîjanê dewleta ku cabdare, gerekê nava sê mehada wan perê qirarkirî bide zîyankêşa, çawa kompêsasîya bi heqî. Feqet qîmetê qirarê ew nîne, lê gerekê halê pêşîya teribandina maf bê dasekinandinê, û heger mafê jîyanê hatîye teribandinê, wî çaxî dewlet jî gerekê lêpirsîna kardar mîyaserke. Bona ku ew balans bê dasekinandinê, dewlet gerekê neheqa eşkere bike, gunehkarke, û ew gerekê cezayê xwe hetanî dawîyê bistînin.Nava vî wedeyîda, heger tiştek bê teribandinê, tiştek neyê kirinê, ew yek dîsa teribandina mafe”.

Heger qirara mehkema avropî bê belavkirinê, bi çiqasîva tiştekî rastîye wekî Tirkîya  û Adirbêcan wê wê yekê biqedînin? Mafparêz dibêje, wekî mecalên usa hene, yên ku wê ji alîyê ermenîda bêne xebitandinê bona ku mafên teribandî bêne dasekinandinê.

Him pêşîya şêr, him jî piştî şêr heyîna têrorsîtên kirêkrîye li herêmê, dîsa çawa qezîya dimîne, bi taybetî nava wê hemtêkstêda wekî piştî şêr alîyê azêrîya  melûmetîya belav dike, ku wê li têrîtorîyayên Arsaxêye okûpasîyakirî têrorîstên kirêkirî cîhwar bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button