H’emû nûçeSereke

ŞAY meha kanûnê 11O welat vexwandî “Civîna boy dêmokratîyayê” kirine

Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî meha kanûnê 11O  welat  vexwandî “Civîna boy dêmokratîyayê” kirine, ya ku wê bi formata vîdêyokonfêransê derbazbe.

Navnîşa wan welata malpera dêpartamênta Ştatên Yekbûîye dewletêda hatîye belavkirinê.Nava vexwendîyada welatên mînanî Rûsîyayê û Çînistanê tunene. Nava tevbûyada navê Tayvanê heye, ya ku anegorî tabîya Çînistanêye fermî beşeke Çînistanêye.Navnîşêda hemû welatên Yekîtîya Avropayê hene, xêncî Macaristanê. Navê Tirkîyayê jî navnîşêda tune. Nava komarên Sovyêta berêda tenê navên Ermenîstanê, Gurcistanê, Latvîyayê, Lîtvayê, Moldovayê, Ûkraînayê û Êstonîyayêne. Ji Rojhilata Navîn navê Îsrayêlê û Îraqê nava navnîşêdanin. Meremê Waşîngtonê heye civînê 9-1O-ê kanûnê, bi rêjîma vîdêyokonfêransê derbazke, li kîderê  serokên welata, mafparêz û bîznêsmên wê berevbin.Derheqa wê yekêda ajansa TASS-ê ragîhandîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button